Wî welatî, daxwaza 32 balafirên cengê ji Amerîkayê kir
PeyamaKurd- Romanyayê ji bo kirîna balafirên şer ên F-35 a ji Amerîkayê, dest bi pêvajoyên burokratîk kir. Wezareta Parastinê ya Romanyayê ji bo kirîna F-35an ji Parlamentoyê denge ‘erê’ xwest.
Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Romanya plan dike ku 32 balafirên şer ên nifşê nû yên F-35 ji hilberînerê Amerîkî Lockheed Martin bi 6,5 milyar dolaran bikire. Wezareta Parastinê ya Romanyayê îro daxwaz ji Meclîsê kir ku kirîna ku di meha Nîsanê de ji aliyê Encumena Parastina Bilind a Romanya (CSAT) ve hatibû pejirandin, pesend bike û destûrê bide ku pêvajoya kirînê di dawiya vê salê de dest pê bike.
Di pêşnûmeya peymanê de jet, xizmetên lojîstîk û perwerdehiyê, simulatorên firînê û cebilxane û her weha vebijarka ku Romanya paşê 16 balafirên din ên wekî wan bikire dihubdirîne.
Li gorî nûçeya Reutersê, tê çaverêkirin ku girêbestên dawîn beriya sala bê bên destnîşankirin û Wezîrê Berevaniyê Angel Tilvar îsal got ku firokeyên yekem beriya sala 2030î nayên radestkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin