Amerîkayê bersiva daxwaza Yûnanistanê da: Wê balafirên F-35 bide wan
PeyamaKurd – Li demeke ku qeyrana Rojhilatê Derya Spî di navbera Yûnanistan-Tirkiyê de berdewam e û ji ber kirîna sîstemên parastina asmanî yên rûsî S-400an Tirkiye ji bernameya balafirên F-35an hatiye derxistin, Amerîkayê bersiva êrênî da Yûnanistanê bo firotina F-35an.
Yûnanistanê demek berê bi fermî ji bo kirîna F-35an daxwaz ji Amerîkayê kiribû.
Balyozê Amerîka yê Yûnanistanê Geoffrey Pyatt, ragihand ku daxwaza Yûnanistanê bi erênî hatiye pêşwazîkirin û wê ev yek kêrhatina berevaniya Yûnanistanê digel hevkariya Amerîkayê xurtir bike.
Li gorî medya Yûnan ku îdiaya xwe dispêre çavkaniyên leşkerî, wê meha Adara 2021an 3 balafirên F-35 ên destê diduyan radestî Yûnanistanê bêne kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin