Mîthat Sancar: Ev deshilatî dijminê Kurdan e…
PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê HDPê Mithat Sancar, îro 15ê Gulanê derbarê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve destdanîna ser şaredariyên Sêrt, Îdir, Hawêl, Misirc û Baykanê daxuyanî dan.
Sancar li Navenda Giştî ya HDPê ya Enqerê civîneke rojnamevanî saz kir û bertek nîşanî tayînkirina qeyûman 5 şaredariyên HDPê da.
Sancar, siyaseta qeyûman wekî plana darbekariyê pênase kir û wiha axivî: "Ev deshilatdarî rejîma darbeyan e. Berhemê darbeyan e. Deshilata darbeyan e. Darbekar û dijminê demokrasiyê ye. Dijminê vîna gel e. Dijminê gelê Kurd e. Gelê Kurd dizane ku li vîna xwe û rûmeta xwe xwedî derkeve. Bi salan e tu hêz û êrîşan nekarîbû vîna gelê Kurt têk bibe. Dê ji niha û şûnde jî nikaribe têk bibe. Em xwe li ber wan neçimînin. Em têk naçin. Em ê têkoşîna xwe bilind bikin."
HDPê di hilbijartinên 2019an de 3 şaredariyên mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 şaredariyên bajarokan bi dest xistibû û bi giştî 65 şaredarî ketibûn destê HDPê. Heta niha ji bo 45 şaredariyên HDPê bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê qeyûm hatine danîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin