Mesrûr Barzanî li Bexdayê bi Hadî Amirî re civiya: Ji bo çareseriya pirsan hevnêrîn bûn

30 May 2024 16:57 0 dîtin
Mesrûr Barzanî li Bexdayê bi Hadî Amirî re civiya: Ji bo çareseriya pirsan hevnêrîn bûn

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 30yê Gulanê li Bexdayê bi Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir û Serokê Hevpeymaniya (Binyatnan) Hadî Amirî re civiya.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê de ragihand, her du alî li ser berdewambûna hevahengî û hevkariya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, ji bo çareserkirina kêşeyan, bi taybetî dabînkirina mafên darayî û mûçeyên Herêma Kurdistanê û jiyan û guzariya welatiyan hevnêrîn bûn.

Hêjayî gotinê ye, Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê ji bo civîna bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, rayedarên din ên hikûmeta federal û serkirde û berpirsên partiyên siyasî yên Iraqê re, serdana Bexdayê kir.

Serokwezîr Barzanî ser hesabê xwe yê Xê got: “Îro li Bexdayê me ji bo tekezîkirina li ser dabînkirina mafên gelê Kurdistanê û çareserkirina kêşeyan bi rêya dîyalogê û li ser bingeha destûrê.”