Mesrûr Barzanî û Hadî Amirî li ser çawaniya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê axivîn

17 January 2022 20:24 0 dîtin
Mesrûr Barzanî û Hadî Amirî li ser çawaniya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê axivîn

PeyamaKurd - Serokwezîrê Mesrûr Barzanî îro Duşemê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtina Serokwezîr Barzanî û Hadî Amirî de, guhertin û pêşhatên herî dawî yên Iraq û hewlên pêkanîna hikûmeta nû hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de herwiha tekezî li zêdekirina hewldanan hat kirin, ji bo pêkanîna hikûmeteke ku mafê hemû welatiyên Iraqê parastî bin û bibe sedema pêkanîna seqamgîrî û şirîkatiya rast a navbera pêkhateyan û çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî li ser bingeha destûrê.