Sancar: 'Çareserkirina pirsa Kurd yekser girêdayî demokratîkbûnê ye'

20 September 2022 20:07 0 dîtin
Sancar: 'Çareserkirina pirsa Kurd yekser girêdayî demokratîkbûnê ye'

PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk (HDP) Mîthat Sancar, îro 20ê Îlonê li Diyarbekirê bi nûnerên rêxistinên sîvîl û esnafan re civînek li dar xist.

Mithat Sancar di civînê de, behsa bernameya partiya xwe û helwesta wê bo hilbijartinên serokomariya Tirkiyê kir û li ser mijara çareserkirina pirsa Kurd jî daxuyanî dan.

Sancar got, “Helbet pirsgirêka kilît a Tirkiyê pirsa Kurd heye. Çareserkirina pirsa Kurd yekser girêdayî demokratîkbûnê ye. Bi avakirina demokrasiyê ya destpêkeke nû re çareserkirina pirsa Kurd mimkun e. Lewma jî em ji bo demokratîkbûnê û çareserkirina pirsa Kurd li tevahiya Tirkiyê bername û têkoşîneke têkel dimeşînin.”

Hevserokê HDPê herwiha diyar kir, “Daxwaza me ya bihêzkirina rêveberiyên xwecihî heye. Em rêjîma qeyûman bi temamî red dikin. Daxwaza me bicihkirina demokarsiyê ye.”

Sancar li ser perwerdeya bi zimanê Kurdî jî da zanîn ku mafê her kesî ye bi zimanê dayîkê perwerdeyê bibîne û divê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê perdewehiyê.