Bakirhan: Em ji bo çareserkirina pirsa kurd amade ne, lê hûn?
PeyamaKurd – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, îro Yekşemê li Diyarbekirê beşdarî Yekemîn Kongreya Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) bû û gotarek pêşkeş kir.
Bakirhan bal kişand ser mijara kuştina 12 leşkerên Tirk û operasyonên Tirkiyê yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê yên ser PKKê û derbarê çareserkirina pirsa Kurd de jî peyam dan.
Tuncer Bakirhan got: “Em wek DEM Partî em amade ne ji bo çareseriya pirsa Kurd bi rêyên demokratîk çi ji destê me bê, berpirsiyariyê hilgirin ser xwe. Lê ma hûn bi vê bawer dikin? Gelo hûn dixwazin şer û pevçûn bidawî bibin?”
Bakirhan ji ciwanan jî xwest ku pirsa Kurd bigihînin ciwanên Tirk ên xwedî hestên faşîzanî yên herêmên Trakya, Derya Reş, Ege, Anadola Navîn û Deryar Spî û hewl bidin bandorê li ser wan bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin