Ji HDPê ‘Banga Astiyê’: ‘Em ji çareserkirina Pirsa Kurd re amade ne’

31 August 2020 17:22 0 dîtin
Ji HDPê ‘Banga Astiyê’: ‘Em ji çareserkirina Pirsa Kurd re amade ne’

PeyamaKurd - Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, li Parlamena Tirkiyê beriya Rojava Aştiya Cîhanê 1ê Îlonê, "Deklarasyona Banga ji bo Aştiyê" ragihandin û bang li hemû aliyên opozîsyon, deshilatdarî û hêzên civakê kirin ku şer û bêkarî bi dawî bibe û Pirsa Kurd jî were çareserkirin. 

Deklarasyona navborî bi Parlamena Tirkiyê bi civîneke rojnamevanî hat ragihandin û pêşî 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelên Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê hat pîrozkirin.  

Di deklarasyonê de hatiye gotin ku deshilatiya Tirkiyê bi şer û polîtîkayên aloziyê yên li Lîbya, Sûriye, Iraq, rojhilatê Derya Spî, Egeyê rewşê aloztir dike û tê diyarkirin, ev stratejiya şer û aloziyê Tirkiyê ber bi dahatuyeke nediyar ve dibe. 

HDP di deklerasyona xwe de, bi beşdarî û derfet dayîna Abdullah Ocalan, amadebûna xwe ji bo çareserkirina pirsa Kurd radigihîne û bang li desthilatdariya AKP-MHPê û aqlê dewletê dike ku dest ji israra şer û polîtîkaya çareser nekirina pirsa Kurd berde.

Di berdewamê de tê gotin: “Tirkiyeya pirsgirêka Kurd çareser kiriye û dawî li şer aniye wê li herêmê bibe nirxekî demokratîk û modeleke xurt. Ji bo vê jî işaret bi pêvajoya Mutabaqata Dolmabahçeyê hate kirin û hate ragihandin ku ji bo çareseriya meseleya Kurd ew pêvajo hîn jî hêja ye.”

HDP di beşeke din a deklerasyona xwe de, diyar kir ku meseleya Kurd li derveyî rêbazên çekdarî û şer êdî bi bijarteyên diyalog û danûstandinan xwe bi rengekî dîrokî ferz dike û wiha hat gotin: "Ev pirsgirêk nabe ku tenê weke pirsgirêka Kurdan û HDPê bê dîtin. HDP di çareseriya prisgirêka Kurd de alîgirê maf û azadiyê ye. Ji bo pêkhatina azadî û mafê gelê Kurd pêwîste hemû beşên civakî yên li Tirkiyeyê bi roleke erênî tevbigerin. Weke HDP rola me diyalog û danûstandin e. Em amade ne bi her kesên çareseriya demokratîk û aştiyê dixwazin re bixebitin.”