Mîranî: Gelê Kurd bi dengên xwe plana li dijî Kurdistanê têk bir

10 November 2024 10:03 0 dîtin
Mîranî: Gelê Kurd bi dengên xwe plana li dijî Kurdistanê têk bir

PeyamaKurd - Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û serkeftina PDKê nirxand. Mîranî ragihand, planeke mezin li dijî Herêma Kurdistanê hebû, ji bo têkbirina hilbijartinan. 

Fazil Mîranî di bernameya K24ê de got: “Planeke mezin li dijî Herêma Kurdistanê hat kirin ku hilbijartinan têk bibin, yan jî sê-çar meqese li Herêma Kurdistanê bidin.”

Mîranî diyar kir: “Li gorî min girseya gel bi coş bersiv da. Di nava gelê Kurd de hesta welatparêziyê ya hemû pêkhateyan di hilbijartinan de bi dengdayînê, bersiva planê da û ew têk birin.”

Li ser pêkanîna hikûmeta nû jî Mîranî da zanîn ku, ti lihevkirinek bê tawîz çênabe û hikûmet çiqas zûtir were avakirin, baştir e.

Mîran got: “Divê armanca aliyên siyasî gel û welat be, ji ber ku hemû aliyên vî welatî hevpar in” û destnîşan kir: “Dostên me li bendê ne ku di demek nêzîk de hikûmet were avakirin.. Serkeftin berpirsiyariyek e û hilbijartin ne tenê ji bo kursiyan, lê ji bo pêkanîna demokrasiyê ye.”

Mîran diyar kir: “PDK neçar e ku derî vekirî bihêle, ji ber ku berpirsiyarî li ser milê wê ye. PDK êsîrê dîrok û erdnîgariyê ye û ti cihgirê PDKê jî pêkanîna hikûmetê ye.”