Sekreterê gistî yê Goranê Omer Seyîd Elî: “Divê me statuya Kurdistanê biparêzin”

14 March 2021 01:51 0 dîtin
Sekreterê gistî yê Goranê Omer Seyîd Elî: “Divê me statuya Kurdistanê biparêzin”

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Tevgera Goran Omer Seyid Alî, bo hemû terefên Kurdistanê banga yekîtiyê kir û got:

“Desthilat û muxalefet divê em tev bi hevre statuya Herêma Kurdistanê biparêzin. Divê em bo hukumeta Herêma Kurdistanê bibin destek da bi Iraqê re pirsgirêkên xwe di çarçoveya destûra Iraqê de çareser bikin.”

Omer Seyîd Alî li daxwaz kir ku PDK, YNK û temamên partiyên siyasî û tevger, divê werin cem hev û rêya diyalogê vekin û weha dewam kir:

“Em hemû teref divê bo mesela netewî çare bibînin û di çarçoveya qanûnan de Herêma kurdistanê biparêzin.”