Omer Seyîd Elî car din wekî Serokê Gistî yê Goranê hat hilbijartin
PeyamaKurd - Di civîna îro ya Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê de Omer Seyid Elî car din wekî Serokê Giştî yê Tevgera Goranê hat hilbijartin.
Li gor zanyariyên berdest, Omer Seyid Elî ji koma 44 dengan 28 deng bidest xist û care din wek Serokê Giştî yê Tevgera Goranê hat hilbijartin.
Herwiha ji bilî hilbijartina serokê giştî, dengdan ji bo endamên rêveberiya wê fraksiyonê jî birêve çû.

Li gor dengdana di civînê de,Ednan Osman, weke Serokê Civata Niştimanî, Cemal Hacî Mihemed, wek Serokê Civata Giştî, Celal Cewher, weke Serokê Karûbarê Firaksiyonanî, Birzû Mecîd, weke Serokê Karûbarê Xelkê û Derbaz Mihemed jî weke Serokê Karûbarê Odeyan hatin hilbijartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin