Serok Barzanî bi pêwendiyeke ligel Omer Seyîd Elî 11emîn salvegera Goranê pîroz kir

26 July 2020 17:24 0 dîtin
Serok Barzanî bi pêwendiyeke ligel Omer Seyîd Elî 11emîn salvegera Goranê pîroz kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi riya pêwendiyeke telefonî bi Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê Omer Seyid Elî re axivî û salvegera damezrandina Tevgera Goranê pîroz kir.

Serok Barzanî bi sedema 11emîn salvegera damezirandina Tevgera Goranê, bi riya pêwendiyeke telefonî pîrozbahî li Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê û tevahiya endam û alîgirên wê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.