Serok Barzanî sersaxî ji Omer Seîd Elî re xwest
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya hevjîna wî sersaxî ji Serokê berê yê Tevgera Goran Omer Seîd Elî re xwest.
Doh (07.08.2024) Mesûd Barzanî li gel serokê berê yê Tevgera Goran Omer Seîd Elî, sersaxî ji bo wefata hevjîna wî Nazanin Eba Bekir xwest.
Li hevdîtinê de Serok Barzanî hevxemiya xwe pêşkêşî Omer Seîd Elî û malbata wî kir û hêviya sebrê ji bo wî, malbat û kesûkarên wî xwest.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin