Mihemed Izedîn pirtûka bîranînên Îsmaîl Besîkçî wergerand Soranî
PeyamaKurd – Wergêr û rojnamevan Mihemed Izedîn pirtûka bîranînên nivîskar û civaknasê navdar ê Tirk û Îsmaîl Beşîkçî wergerand Soranî.
Li gor Mihemed Izedîn diyar kiriye: “Ev pirtûk di sala 2021an de bi Tirkî hatiye çapkirin. Ev 8 meh in ez li ser wergerandina wê dixebitim.”
Herwiha Ferhad Pîrbal pêşgotina wergera Soranî ya pirtûkê nivîsandiye û pirtûk 660 rûpel in.
Hêjayî gotinê ye, piştî Bîranînên Mûsa Anter, ev pirtûka duyemîn e ku wergêr û rojnamevan Mihemed Izedîn ji Tirkî werdigerîne Kurdî (Soranî).
Pirtûk bi tîraja 1000 nusxeyî hatiye çapkirin û niha di pirtûkxaneyan de heye.
Pirtûka do Duşemê 30ê Gulana 2022an, di saet 18:00an de li Navenda Ala li Hewlêrê bi amadebûna Îsmaîl Beşîkçî û çend rojnamevan û nivîskaran hat pêşkêşkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin