Mihemed Îsmaîl: Helwesta me ya pistevanîkirina gelê Sûriyê neguheriye
PeyamaKurd – Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl helwesta partiya xwe piştî Kongreya 12emîn dubare kir û got, helwesta wan a piştevanîkirina gelê Sûriyê neguheriye.
Mihemed Îsmaîl ji K24ê re diyar kiriye, guherîna serkirdetiya partiyê nabe sedema guherîna helwesta siyasî ya PDK-Sê derbarê rewşa Sûriyê de û tekezî li ser çareserkirina siyasî ya rewşa navxwe ya Sûriyê kiriye.
Herwiha Sekreterê PDK-Sê eşkere kiriye, ji bo şert û merc û qonaxên nû yên niha yên li Sûriyê derketine holê, wan xwe amade kiriye û hêviya xwe anî ziman ku bi çareseriyeke siyasî û biryareke navdewletî dawî bi qeytan û êşên Sûriyê bê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin