Mihemed Îsmaîl: Serok Barzanî her tim xemxûrê doza gelê xwe û pistevanê Rojavayê Kurdistanê ye
PeyamaKurd - Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl û şandeke ligel wî serdana Serok Mesûd Barzanî kir û pê re civiya.
Piştî civîna doh 12ê Tebaxê Mihemed Îsmaîl ji medya Kurdistanê re ragihand, Serok Barzanî piştî kongreya PDK-Sê piştevaniya xwe bo wan dubare kir û got: “Spasiya Serok Barzanî dikin ku îro derfetek da me ku li ser siyasî ya navçeyê bi giştî û ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi taybetî gotûbêj bikin.”
Mihemed Îsmaîl diyar kir: “Piştevaniya Serok Barzanî bo miletê me gelekî girîng e ta ku li ser asta danûstandinên navdewletî yên taybet bi pirsa Sûriyê neyê piştguhxistin û rola gelê Kurd di pêşeroja Sûriyê û nexşeya wê ya siyasî de hebe.”
Îsmaîl da zanîn: “Di civînê de me spasiya Serok Barzanî kir ji bo piştevanî û beşdariya cenabê wî di kongreya 12emîn a PDK-Sê de ku derfeteke gelekî girîng bû ji partî, doz û miletê me re. Serok Barzanî di her demê de xemxwarê doza gelê xwe ye û her her dem piştevaniya miletê me li Rojavayê Kurdistanê kiriye.”
Mihemed Îsmaîl diyar kir: “Serok Barzanî hêviyekê di PDK-Sê de dibîne wek xwediyê projeya netewî ya Kurdî. Cemawerê me yê berfireh heye, em hewl didin ev cemawer aktîf bibe û danûstandinên me bi hemû aliyên pêwendîdar ên di pirsa Sûriyê de hebin û em nûnerê rasteqîne ya miletê xwe bin.”
Sekreterê PDK-Sê got: “Em wek PDK-Sê di beşek ji opozîsyona Sûriyê ne û heta niha me ti bijarde û alternatîf jê re nedîtiye, lê em tê de doz û mafên gelê Kurd biparêzin.”
Li ser pirsa egera dubare destpêkirina diyaloga Kurdî – Kurdî, Mihemed Îsmaîl got: “Di civîna bi Serok Barzanî re me behsa vê xalê nekir, lê ez dikarim bibêjim ku aliyê Amerîkî me (ENKS) û aliyê din (PYNK) dibînin, lê heta niha ti kar bi kirdarî nehatiye kirin. Lê nêrîna me di vê derbarê de eşkere û zelal e, belgenameyek di navbera me de heye ku Mezlûm Ebdî û aliyê Amerîkî jî li ser îmze kirine. Ev diyalok dê zemîneke baş ji miletê me re peyda bikira û di berjewendiya miletê me de ba, eger biçûya serî, lê PYDê ev diyalog têk da, ji ber ku baweiya wê bi hevpariyê nîne.”
Li ser kongreya 12emîn a PDK-Sê, Mihemed Îsmaîl got: “Piştî her kongreyekê, qonaxeke nû dest pê dike. Helbet piştî kongreyê hin tişt hatin gotin û xemsarî çêbû hebû, lê di pişt re dê kar dê berdewam bike. Rêxistinên me li her cihekî bi xurtî dest bi kar û xebatên xwe kirine.”
Mihemed Îsmaîl ji bo ENKSê jî got, “Piştî kongreya ENKSê ya di Mijdara 2022an de, Desteya Serokatiya ENKSê ya berê karûbarên ENKSê birêve dibe, lê di heyama bê de em hewl bidin Desteya Serokatiyê ya nû, Komîteya Pêwendiyên Derve, Nûnerên ENKSê di nava Desteya Danûstandkar û Komîta Destûrê de û encûmenên din ên ENKSê hilbijêrin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin