Serok Barzanî: Mihemed Xalid Boselî qehrremanekî gelê Kurdistanê û nimûne bû

24 March 2023 19:36 0 dîtin
Serok Barzanî: Mihemed Xalid Boselî qehrremanekî gelê Kurdistanê û nimûne bû

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, li ser koça dawî ya Mihemed Xalid Boselî peyameke serxweşiyê belav kir û ragihand, ew xebatkarê herdu şoreşên Îlon û Gulanê nimûneya qurbanîdan û mandînenasiyê bû.

Serok Barzanî di peyama xwe de, sersaxî da malbat û kesûkarên Mihemed Xalid Boselî û got, peyv nikarin wesfa fedakariya wî mirovê xweragir bidin.

Peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xem û kovaneka mezin ve xeberê wexera dûmahiyê ya têkoşer û xebatgêrê gelê me û pêşmergê herdû şoreşên Eylûl û Gulanê Mihemed Xalid Boselî gihîşte min.

Mihemed Xalid Boselî qehrremanekî gelê Kurdistanê û nimûnê qurbanîdan û mandînenasiyê bû û wişe neşên wesfa fîdakariya ewî mirovê xweragir bikin. Mihemed Xalid Boselî bavê şehîdekî qehreman jî bû û hemî jiyana xwe di nav tengaviya û ji pêxemet doza mîlletê xwe terxan kir û ji dest dana wî xisareteka mezin e.

Pirse û serexoşiyên xwe arasteyî binemale û xizm û kesukarên Xwedê jê razî û hemî têkoşerên Kurdistanê û pêşmergên qehreman dikim û xwe bi hevpişkê xema wan dizanim.

Daxwaza min ji Xwedayê mezin ew e ruhê Xwedê jê razî Mihemed Xalid Boselî bi beheşita berîn şad bike û sebr û hedarê bidete hemî layekê.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatim dîsa em ê vegerin bal wî)

Mesûd Barzanî

24ê Adara 2023an