Partiyên Rojhilatê Kurdistanê: Newroza îsal ‘Soresa Jînayê’ ye

13 March 2023 21:38 0 dîtin
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê: Newroza îsal ‘Soresa Jînayê’ ye

PeyamaKurd - Navenda Hevkarîyê ya Partiyên Kurdistana Îranê (Rojhilatê Kurdistanê) li ser pêşwazîkirina Cejna Newrozê ya 2023yan daxuyaniyek belav kir û Cejna Newrozê li keça Kurd Jîna Emînî ku li Tehranê ji aliyên Îranê ve hatibû kuştin û bixwe re serhildaneke seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê anîbû, îtxaf kir.

Di daxuyaniya Navenda Hevkariyê ya îro 13ê Adarê hatiye belavkirin de, hat gotin, “Newroza îsal Newroza şoreşa Jînayê li dijî rejîma Îranê ye. Newroza demsala nû a xebata berdewam ya gelên Îranê ji bo herifîna Komara Îslamî û dawîpêanîna desthilata siyasî ya dîktator li Îranê ye. Hatina vê Nerwoza taybet û mezin li we hemûyan pîroz be.”

‘Bi destgirtina gulên sor tabloyeke ciwantir a  netewî nîşan bidin’

Navenda Hevkariya partiyên Rojhilat di dawiya daxuyaniyê de ragihandiye:

“Navenda Hevkarî bi tekezî li ser yekgirtin, yekrêzî û pêkvebûn di hemû ast û qadan de ber bi saleke nû ji hevxebatî û têkoşîna siyasî û netewî ve pêngavan diavêje û alxahîn e jî xelkê Kurdistanê dê bi avêtina axabanûyan li ser milê xwe, danîna hewrî bi serê xwe, û bi destgirtina gulên sor tabloyek ciwantir ji berê bi îradeyek netewî ve xwe nîşan bidin. Em alxahîn in ku malbatên serbilind ên şehîdan bi hilkirina agirê Newrozê di rêûresmên Newroziyên îsal ên Kurdistanê de, meşxela xebatê bo azadiyê digirine destê xwe û tevahiya xelkê Kurdistanê bi yekgirtî li dijî siyasetên dujminkarane ên rejîmê derdikevin û îsbat dikin wek neteweyek xebatkar bo bidestxistina maf û azadiyên xwe berdewam û rijdtir in.”