Li Rojhilatê Kurdistanê tevî astengiyan jî 'Newroza Jînayê' bi girseyî hat pîrozkirin

21 March 2023 20:06 0 dîtin
Li Rojhilatê Kurdistanê tevî astengiyan jî 'Newroza Jînayê' bi girseyî hat pîrozkirin

PeyamaKurd – Cejna Newrozê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, tevî gef û tedbîrên tund ên hêzên Îranê bi ahengên cuda hat pîrozkirin. Li zêdetirî 100 gund û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hate hilkirin û şahiyên Newrozê ji bo bîranîna Jîna Emînî hatin lidarxistin.

Hat diyarkirin ku li hin deveran hêzên Îranê êrîşî xelkê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûbûn kir ku li bajarên Seqiz, Mahabad û Bulwanavaya Leylaxê ji ber êrîşa guleyên rasterast hejmarek welatîyên Kurd birîndar bûn.

Li Mewrîwanê jî hêzeke mezin a rejîmê hatiye bicihkirin ku xelkê bajarê dîsa jî pîrozbahiyên Newrozê kirin.

Li bajar û gundên Bokan, Berdereşa Baneyê, Tengîsera Sinê, gundê Rajan, Zêwe û Dize yên   Urmiyê jî agirê Newrozê hat vêxistin û pêşwazî li sala nû ya Kurdî hate kirin.