Almanya perwerdeya hêzên Iraqê radigre, lê ya Pêsmerge berdewam dike
PeyamaKurd - Artêşa Almanyayê perwerdeyên leşkerî yên ji bo hêzên Iraqê radigre, lê perwerdeyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dê berdewam bikin.
Biryara artêşa Almanyayê roja (01.03.2020) hatiye bicîhanîn û perwerdeyên ji aliyê şêwirmendên Almanyayê ve ji hêzên Iraqê re dihate dayîn bo 14 rojan hatiye ragirtin lê perwerdeyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dê berdewam be.
Ji ber Covid-19ê perwerdehî hatin ragirtin
Ragirtina perwerdê ji hêzên Iraqê re ji aliyê artêşa Almanya ve ji ber belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) ya li Iraqê ye.
Li gor agahiyên berdest, ragirtina perwerdeyên artêşa Almanyayê ya perwerdeyan hêzên Pêşmerge yên li binkeyên perwerdeya Hewlêrê li xwe nagre û şêwirmendên Almanyayê dê perwerdeya Pêşmerge berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin