Ji ber metirsiya DAISê erkê hêzên Almanya yê li Iraqê hat dirêjkirin
PeyamaKurd – Ji ber metirsiya DAIŞê li Iraqê, bi biryara Parlamentoya Almanyayê, dema erkê hêzên Almanya yên di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de li Iraqê ne, hat dirêjkirin.
Li gor biryarê, wê hêzên Almanyayê heta 15 mehên din û heta roja 31ê Çileya 2022an li Iraqê bimînin.
Di vê çarçoveyê de Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Mass diyar kir: ‘‘Hê jî DAIŞ metirsiyek e û têk neçûye, şaneyên razayî yên li Iraq û Sûriyê encamdana karên terorî didomînin. Ji ber vê yekê divê hêzên Almanyayê rola xwe di rûbirûbûna DAIŞê de bilîzin.’’
Di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, 500 leşker û şêwirmendên Almanyayê li Iraqê erkê xwe bi cih tînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin