Almanyayê derbarê DAISê de daxuyaniyek da: Metirsiya DAISê ji holê ranebûye
PeyamaKurd – Serokê Saziya Parastina Destûra Almanyayê Thomas Haldenwang ragihand ku divê têkçûna DAIŞê biçûk neyê dîtin û hêj fişar û metirsiya DAIŞê ji holê ranebûye.
‘HEJMARA KESÊN KU POTANSIYELA WAN A TERORÊ HEYE ZÊDE BÛYE’
Thomas Haldengang ragihand ku alîgirên DAIŞê yên ku ji Sûriyê û Îraqê vegeriyane Almanyayê û ev yek rîskên metirsiya ewlehiyê zêde dike. Saziya almanî dide zanîn ku hejmara kesên ku potansiyela wan a terorê heye li gorî sala 2018an 300 zêde bûye û bûne û bûye 2 hezar û 240.
Haldenwang bal kişand ser fişar û metirsiya DAIŞê û got, ji bilî vê hinek alîgirên DAIŞê hene ku ji Sûriyê û Îraqê vegeriyane Almanyayê. Derfeta Saziya Parastinê ya Destûrê tine ku 24 demjimêran wan di bin çavan de bihêle, “Ji bo vê yekê, bo her yekî pêwistî bi 40 fermanberan heye. Lewra em li ser yên tundrew disekinin.”
‘METIRSIYA DAIŞÊ JI HOLÊ RANEBÛYE’
Thomas Haldengang teqez kir ku divê têkçûna DAIŞê biçûk neyê dîtin, fişar û metirsiya DAIŞê ji holê ranebûye û divê em ji bîr nejin ku her dibe ku her dem DAIŞ êrişekê li Almanyayê pêk bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin