Parlementoya Kurdistanê derbarê DAISê de daxuyaniyek da
PeyamaKurd- Serokatiya Parlementoya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo ku cesedê 50 jinên êzîdî yên ku bi destê DAIŞê hatin kuştin werin dîtin divê lêpirsîn bê destpêkirin.
Di daxuyaniya Serokatiya Parlementoya Kurdistanê de hat gotin ku, li gorî nûçeyên medyayê tê gotin ku rêxistina terorî DAIŞê serê 50 jinên êzidî jê kiriye. Ji bo ku cesedê van jinên êzidî yên ku bi destê rêxistina terorî DAIŞê ve hatin kuştin werin dîtin, divê lêpirsîn bê destpêkirin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Roj bi roj rêxistina terorîstî ya DAIŞê ber bi lawazî û tunebûnê ve diçe, hevdem li gel wê jî, rojane çendîn tawanên kirêt ên wê rêxistina terorîstî ya dijmirovî, eşkere dibin, tawana herî dawî jî eşkerebûna kuştina hejmarek jin û keçên pakîze yên kurdên êzidî li bajarê Baxoz ê Sûriyê ye. Li gor çavkaniyên serbazî û medyayî yên Brîtanyayê, DAIŞê 50 keç û jinên kurdên êzidî bi şêweyekê hovane serjê kirine. Ev nûçe careke din tawanên komkujî yên rêxistina terorîstî ya DAIŞê tîne bîra me ku li dijî kurdên êzidî û hemû ayîn û netew û pêkhateyên cuda cuda pêk anîn.”
Herweha di wê daxuyaniyê de hatiye pesendkirin ku tawanên weha weke jenosîd û sûcên li dijî mirovahiyê ne, "Ev tawan û hemû tawanên din ên rêxistina terorîstî ya DAIŞê, weke tawanên navdewletê tên binavkirin, weke tawanên cenosaydê û tawanên li dijî mirovahiyê û tawanên şer."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin