Parlementoya Kurdistanê di derbarê rewsa zindaniyan de dicive
PeyamaKurd – Di derbarê rewşa zindaniyan de, bi beşdariya Wezîrên Navxwe û Dad û Karûbarên Civakî, Parlementoya Herêma Kurdistanê dicive.
Li ser vê mijarê, Serokê Lijneya Mafên Mirovan a Parlementoya Kurdistanê Romeo Hekarî diyar kir, ku raportek li ser rewşa zindaniyan amade kirine û dane Serokatiya Parlementoya Kurdistanê.
Civîna parlementoyê dê di naverasta vê mehê de were pêkanîn, li gor raporta Lijneya Mafên Mirovan, di girtîgehan de çend kêşe hene, yek ji wan ew e ku li piraniya holên girtîgehan hejmara zindaniyan zêde ye.
Encama civîna parlementoyê dê radestî Hikûmeta Herêma Kurdistanê were kirin, da ku were cîbicîkirin, bi taybetî ji bo kêmkirina hejmara zindaniyan li holên girtîgehan û biryardana mohleta demdirêj a zindaniyan û kêmkirina metirsiyên belavbûna metirsiyên vîrûsa Koronayê li girtîgehên Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin