Parlemana Kurdistanê sibe derbarê rewsa Rojavayê Kurdistanê de dicive
PeyamaKurd – Biryar e sibe Parlemana Kurdistanê li ser rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û êrîşên Tirkiyê li dijî Rojavayê gotubêj bike.
Li gorî daxuyaniyeke Serokatiya Parlemana Kurdistanê, sibe Sêşemê saet 11.00an, civîna Parlemana Kurdistanê dest pê dike û dê nerîna fraksiyonên parlamentoyê li ser rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê were gotûbêjkirin.
Di destpêka êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de jî, Serokatiya Parlemana Kurdistanê bi daxuyaniyekê ev êrîş şermezar kiribû û ragihandibû: “Parlamento bi bîgeraniyeke zêde ve êrîşa leşkerî ya artêşa Tirkiyê bo ser çend navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê dişopîne û em daxwaz dikin ev operasyon di demeke herî zû de bên rawestandin û pirsgirêk bi rêya diyalog û çareseriya aştiyane bêne çareserkirin.”
9ê mehê roja Çarşemê, Tirkiyê tevî komên çekdarên Sûrî yên ser bi wî welatî ve êrîşeke berfireh a bejayî û esmanî li ser Rojavayê Kurdistanê dest pê kirin.
Di encama êrîşên Tirkiyê de, heta niha bi dehan kesên sivîl ên Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest dane û tenê duh di bombebarana Serê Kaniyê de, 13 kesên sivîl canê xwe ji dest dan û nêzîkî 100 kesên din jî birîndar bûn.
Herwiha ji ber êrîşên Tirkiyê, li gor Netewên Yekbûyî (NY) zêdetir ji 130 hezar kes jî koçber bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin