Parlemana Kurdistanê derbarê dadgeha federal a Iraqê de dozeke din vedike
PeyamaKurd – Parlemana Kurdistanê amadekarî dike li dadgeha federal a Iraqê dozeke li ser yasaya nû ya parlamentoya Iraqê veke.
Serokê lijneya darayî ya Parlemana Kurdistanê Zeyad Cebar ji medya Kurdistanê re ragihand, madeyên 110, 114, 115 û 116 ya yasaya hejmara 6an a birêveberî û darayî, ku Parlamana Iraqê hatiye pejirandin, ku dijî naveroka destûrê Iraqê ne.
Zeyad Cebar ragihand ku ev yasaya ku sala bê dê bikeve meriyetê, herêma Kurdistanê neçar dihêle ku hemû dahatên xwe vegerîne bo Iraqê.
Serokê lijneya darayî ya Parlemana Kurdistanê herweha got ku berî cîbicîkirina yasayê dê li dadgeha federal a Iraqê dozê vekin. Ji ber ew made berevajî madeyên destûra Iraqê ne û zirarê didin herêma Kurdistanê.
Berî niha Parlemana Kurdistanê li dadgeha federal doz li dijî yasaya helbijartinê vekiribû û dadgehê jî biryareke di berjewendiya herêma Kurdistanê de derxistibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin