Dadgeha Federalî ya Iraqê derbarê firotina petrol û gaza Kurdistanê de biryar da

15 February 2022 20:34 0 dîtin
Dadgeha Federalî ya Iraqê derbarê firotina petrol û gaza Kurdistanê de biryar da

PeyamaKurd – Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê biryareke dijî yasya gaz û petrolê derxist û biryar da, bi hinceta ku ew yasa li dijî destûra bingehîn a Iraqê ye pêwîste Herêma Kurdistanê dahatên hinardeya petrol û gazê radestî Bexdayê bike.

Li gorî nûçeya medya Iraqê, Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê li ser mijara hinardeya petrolê ya Herêma Kurdistanê li derveyî hikûmeta navendî civiya.

Dadgehê di biryara xwe de îdia kir ku hinardeya petrola Kurdistanê li derveyî hikûmeta navendî dijî destûra Iraqê ye.

Di biryara dadgeha Iraqê de hatiye diyarkirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo peymanên petrol û gazê divê Wezareta Petrolê û Dîwana Darayî agahdar bike û pêwîste dahatên petrolê jî bo hikûmeta navendî ya Bexdayê bê radestkirin.