NYyê derbarê rewsa Rojavayê Kurdistanê de raportek wesand

23 November 2019 13:25 0 dîtin
NYyê derbarê rewsa Rojavayê Kurdistanê de raportek wesand

PeyamaKurd - Baregeha Karûbarên Mirovî ya Netewên Yekbûyî (NY) derbarê ziyan û bandora êrişa Tirkiyê û komên çekdar a li ser Rojavayê Kurdistanê raportek belav kir.

Ew raporta Baregeha Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) xwe dispêre zanyariyên 1ê Mijdarê heya 19ê Mijdarê û tê de tê gotin, 75 hezar û 438 kes hê jî koçber in ku 31 hezar û 680 kes ji wan zarok in û 18 hezar û 860 kes jî jin in.

Hatiye diyarkirin ku 48 hezar û 884 kes xelkê parêzgeha Hesekê, 19 hezar û 471 kes xelkê parêzgeha Reqa û 7 hezar û 83 kes jî xelkê parêzgeha Helebê ne.


‘117 hezar kes vergeriyan şûnwarên xwe’

Di berdewamiya raportê de tê gotin 117 hezar û 132 kes vegeriyane şûnwarên xwe û nîvê wan vegeriyane wan navçeyên ku niha ketine jêr destê Tirkiyê.

Baregeha Karûbarên Mirovî ya NYyê aşkere dike ku zêdetirî 15 hezar û 750 kes derbasî Herêma Kurdistanê bûne ku 10 hezar û 127 kes ji wan li kampa Berdereşê hatine bicihkirin, hezar û 881 li kampa Gewliyan, 3 hezar û 751 kesan jî kamp bicî hiştine.

Herwiha hatiye diyarkirin 13 hezar û 630 kesan weke penaber navên xwe tomar kirine û ji sedî 34 xelkê Qamişlo û ji sedî 33 xelkê Serê Kaniyê ne.


‘Li Til Temirê di navbera şervanên HSDê û komên çekdar de şer berdewam e’

Di wê raportê de behsa şer û pevçûnên li Rojava jî tê kirin û tê gotin ku li nêzikî rêya M4 a navdewletî û Til Temirê şer berdewam e di navbera şervanên HSDê û komên çekdar de û hatiye diyarkirin ku ev yek jî bûye sedema awarebûna bi hezaran kesan.

Herwiha tê gotin ku di encama çend teqînan li bajarên Qamişlo, Serê Kaniyê û Girê Spî de, hejmareke xelkê sivîl canê xwe ji dest dane.


‘navendên xwendinê girtî ne’

Baregeha Karûbarên Mirovî tekez dike ku xizmetgûzariyên bo xelkê li Girê Spî û bajarokê Silûk ê xirap in û ew karebaya ku ji Firatê tê hatiye girtin û navendên xwendinê jî girtî ne.

Di raportê de Baregeha Karûbarên Mirovî ya NYyê herwiha hatiye destnîşankirin ku girîng e aliyên şer xelkê sivîl ji şer û karîgeriyan biparêzin.