Lêkolînera DYAyî li Wilson Centerê pirtûka xwe ya di derbarê Rojavayê Kurdistanê de da nasîn

22 May 2024 15:11 0 dîtin
Lêkolînera DYAyî li Wilson Centerê pirtûka xwe ya di derbarê Rojavayê Kurdistanê de da nasîn

PeyamaKurd - Lêkolînera Amerîkî Amy Austin Holmes li ser Rojavayê Kurdistanê pirtûkek nivîsand. Holmesê pirtûka xwe li Wilson Centera paytextê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) da nasîn.

Lêkolînera Amerîkî Amy Austin Holmes pirtûka xwe ya bi navê ‘Statelet of Survivors -The Making of a Semi-Autonomous Region in Northeast Syria’ (Danezana yên jîndar mane – Avabûna Rêveberiya Xweser a Bakur - Rojhelatê Sûriyeyê) li Wilson Centera Washingtonê da nasîn.

Holmes gellek caran hatiye Kurdistanê

Holmes di pirtûka xwe ya ji 250 rûpelan pêk tê de, lêkolînên xwe yên li ser pêvajoya damezirandina Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) pêşkêş kiriye.

Lêkolînera Amerîkî Amy Austin Holmesê, di beşeke pirtûka xwe de jî dîroka Rojavayê Kurdistanê vegotiye.

Holmesa ku piştî sala 2015an gelek caran çûye Rojavayê Kurdistanê, di van serdanên xwe de lêkolîna xwe ya di derbarê kesayet, civak, hêzên leşkerî, rêxistin û mijara Rêveberiya Xweser kiriye û encama van lêkolînên xwe di pirtûka xwe de pêşkêş kiriye.

"Pirtûk wê di derbarê Rojava de bibe çavkanîyeke agahiyan"

Di çalakiya danasîna pirtûkê ku nûnerên Encumena Sûriyeya Demokratîk (ESD) yê DYAyê Besam Îshaq û Sînem Mihemed amade bûn de Sînem Mihemed û Besam Îshaq dan zanîn ku ji ber bi awayekî objektîf rewşa rast a herêmê nîşan dide, pirtûk ji bo vegotin û parvekirina daxwaz û nêrînên gelê Rojavayê Kurdistanê, xebateke pir gring e.

Beşdarên çalakiya danasîna pirtûka ‘Danezana yên jîndar mane – Avabûna Rêveberiya Xweser a Bakur - Rojhelatê Sûriyeyê’ ya Amy Austin Holmes anîn ziman ku ev pirtûk, di gihandina zanyariyên di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê ya ji xelkê Washîngtonê re de, wê roleke girîng bileyze.

Beşdaran her wiha anîn ziman ku pirtûk, wê di derbarê Rojavayê Kurdistanê de bibe çavkaniyeke agahiyan.