Lêkolînera Amerîkî pirtûka xwe ya li ser Rojavayê Kurdistanê li Wilson Centerê da nasîn
PeyamaKurd - Lêkolînera Amerîkî Amy Austin Holmes, li ser Rojavayê Kurdistanê pirtûkeke lêkolînî nivîsand ku cî dide dîroka Rojavayê Kurdistanê jî.
Pirtûka ku behsa Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Rêveberiya Xweser, YPG û YPJ’ê hatiye kirin, ji 250 rûpelan pêk tê.
Amy Austin Holmes li Zanîngeha Georgetownê ya Washingtonê akademîsyen e û ji sala 2015an ve gelek caran serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Ji bo pirtûka lêkolînera Amerîkî ya bi navê “Statelet of Survivors -The Making of a Semi-Autonomous Region in Northeast Syria” li Wilson Center a paytexta Amerîka Wahingtonê bernameyeke danasînê hate çêkirin.
Di bernameya danasîna pirtûkê de nûnerên Meclîsa Sûriya Demokratîk Besam Ishaq û Sînem Mihemed amadehî kirin.
Amy Austin Holmes li ser lêkolîna xwe û pêvajoya amadekirina berhema xwe ji dibêje: “Sala 2015an, dema çûm Rojava min dest bi lêkolîna ji bo vê pirtûkê kir. Min li wir dest bi rapirsiyekê kir, li ser YPG û YPJê. Ev berî ku Hêzên Sûriya Demokratîk bê avakirin payîza 2015an bû. Min hevpeyvîn bi fermandarên HSDê û karmendên rêveberiya sivîl a bakur û rojhilatê Sûriyê re kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin