Emîndarê Gistî yê Wezareta Pêsmerge derbarê êrîsên DAISê de daxuyaniyek da
PeyamaKurd - Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge dibêje, DAIŞ çavdêriya rewşa Iraqê dike û ji bo zêdekirina kiryar û êrîşên xwe derfetan bikar tîne û got tenê di meha Nîsanê de, DAIŞê 37 kiryar encam dane.
Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer got jî, hikûmeta Îraqê pêk nehatiye, kêşe di navbera Hewlêr û Bexda de heye, madeya 140 cîbicî nebûye. Ev yek jî bûye derfetek bo DAÎŞê ku kiryarên xwe yên tundûtûj zêde bike.
Yawer got jî, “DAIŞê di meha Nîsanê de, 37 kiryar encam dane, 24 kes kuştine, 74 kes birîndar kirine, ev jî nîşana zêdebûna roj bo roj a çalakiyên DAIŞê ye.”
Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge dibêje jî, DAIŞ pişta xwe bi şaneyên razayî girê dide ji bo wan êrîşan, bi taybetî li wan navçeyên ku alîgirên zêde hene. Amaje jî derdixin ku hejmareke zêde ji çekdarên

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin