Fermandeyê Gistî yê Pêsmerge derbarê êrisên DAISê de peyamek wesand
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û fermandeyê giştî hêzên Pêşmerge derbarê êrişên vê dawiyê yên terorîstên DAIŞê li dijî hêzên Pêşmerge peyamek weşand
Ev demek e terorîstên DAIŞê, bi taybet li devera Germiyan, êrişî hêzên Pêşmerge dikin. Herî dawî şeva borî êrişî hêzên Pêşmerge li gundekî Xaneqînê kirin, 3 Pêşmerge şehîd kirin û du Pêşmerge jî birîndar kirin.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de balê dikşîne ser rola parastinê ya Pêşmerge û dibêje, "Em xelkê Kurdistanê piştrast dikin ku hêzên Pêşmerge û hêzên din yên çekdar yên Kurdistanê mîna her car bo şikandin û bersivdana her cure êrişeka terorîstî û parastina xak û xelkê Kurdistanê amade ne."
Peyama Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmerge, Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
Êrişa DAIŞê li dijî tabûreka Pêşmerge li Xaneqînê û zincîre êrişên terorîstî yên çend mehên borî li deverên derdora Kerkûk û Germiyanê, nîşan didin ku DAIŞ hîn xilas nebûye û li ser aramî û ewlehiyê gef û metirsî ye, şerê tinekirina wî dijminê mirovahiyê hîn jî didome.
Em silav û hurmetên xwe bo giyanê pakê wan şehîdên nemir dişînin ku di şikandina êrişên de canê xwe ji dest dan, her wiha arizûya başbûnê ji birîndaran re dixwazin û destxoşiyê li pêşmergeyên qehreman dikin. Em xelkê Kurdistanê piştrast dikin ku hêzên Pêşmerge û hêzên din yên çekdar yên Kurdistanê mîna her car bo şikandin û bersivdana her cure êrişeka terorîstî û parastina xak û xelkê Kurdistanê amade ne.
Em cardin têkezî li ser wê yekê dikin ku DAIŞ hîn jî gef e li ser aşitî û aramiya Kurdistan, Iraq, Rojhilata Navîn û cîhanê. Em piştrast in kuew rêxistina terorîstî mijûlî xwe aktîfkirinê ye û li benda firsendekê ye êrişên xwe yên terorîstî berfireh bike. Ji ber wê jî lazim e hevpeymaniya dijî DAIŞê bi germahiya berê li ser operasyonên xwe berdewam be ji bona ku terorîst nekarin rewşa aloz ya Iraq û Rojhilata Navîn bikar bînin. Bila hewl bê dayîn aloziyên Iraqê zûtir bên çareserkirin û aramî vegere welêt.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin