Hikûmeta Kurdistanê li Berlînê besdarî civîna derbarê DAISê de dibe

12 April 2022 19:13 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê li Berlînê besdarî civîna derbarê DAISê de dibe

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li paytexta Almanya Berlînê, beşdarî civîna lêkolîna li ser çavkaniyên darayî yên rêxistina terorîst DAIŞê dibe.

Di civîna ku sibe 13ê Nîsanê li Berlînê li ser rehendên darayî yên DAIŞê tê lidarxistin de, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokê Tîma Neteweyên Yekbûyî bo Lêkolîna Tawanên DAIŞê (UNITAD), Nûnerê Tîma Hevahengiya Niştimanî ligel tîma UNITAD (NCC) û Cîgirê Wezîrê Derve yê Almanyayê amade dibin.

Kordînatorê Raspardeyên Navdewletî û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Ewropayê Dîndar Zêbarî li ser mijarê got: “Piştî ku terorîstên DAIŞê dest danîn ser çend deverên Iraq û Sûriyê, civaka navdewletî dest bi pêngavên xwe kir ji bo hişkkirina çavkaniyên darayî yên DAIŞê.”

Dîndar Zêbarî da zanîn: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di navbera salên 2014 û 2020an de gelek lêkolîn kirin li ser çavkaniyên darayî û fînansekirina terorîstên DAIŞê, ku beşeke mezin a pereyan li hember azadkirina kesên revandî bi destê wan diketin. Di vê civînê de hewldanên Hikûmeta Herêmê dê werin pêşkêşkirin û behsa mekanîzmayên danûstandina zanyariyan dê were kirin li ser diyarkirina çavkaniyên dahata DAIŞê.”

Li ser çavkaniyên darayî yên DAIŞê jî Dîndar Zêbarî got: “DAIŞ bi şêwazên cuda cuda dahatan bi dest dixe, ji wan: bi qaçaxbirin û firotina petrolê, şûnwar, sepandina bac û gumrigê bi ser welatiyan de, berdana kesên dîl li hember pereyan, çavkaniyên dahata navxwe ya wan cihên ku di bin destê wan de bûn, destdanîna ser bankayan, lê belê piştî nemana desthilata wan bi ser bajaran de, ew hemû çavkanî ji dest dane.”