Desteya Jîngehê ya Hikûmeta Kurdistanê besdarî lûtkeya Glasgowê bû
PeyamaKurd - Desteya Jîngehê ya bi ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ragihand ku roja 11ê Mijdara 2021ê şanda Desteya Parastin û Başkirina Jîngehê beşdarî civîna li ser welatên Rojhilata Navîn a Kongreya Cîhanî ya Guherîna Keş û Hewayê ya COP26 a li Glasgowê bû.
Desteya Jîngehê da xuyakirin, mebesta vê civînê axaftina li ser pêwîstiya pabendbûna welatên zilhêz ên pîşesaz cîbicîkirina pabendiyên xwe di warê alîkarîkirina welatên ziyandîtî de ji ber guherînên neyênî yên keş û hewayê.
Serkirdeyên cîhanê li Glasgowa Skotlandê bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî li ser guherînên keş û hewayê û jîngeha cîhanê civiyan ku îro Lûtkeya Glasgowê bi dawî dibe.
Serkirdeyên cîhanê li ser kêmkirina rêjeya gazan axivîn, herwiha dê projeyên jîngehî pêşve bibin, ji bo vê yekê 100 serkirdeyên cîhanî li ser rêkeftina parastina jîngeh û daristanan rêkeftinek îmze kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin