Almanya hin hêzên xwe yên li Iraqê vedikisîne

07 January 2020 16:46 0 dîtin
Almanya hin hêzên xwe yên li Iraqê vedikisîne

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Berevaniya Almanyayê ji AFPê re ragihand ku ew nêzî 30 leşkerên xwe yên li Bexda û El-Tacîyê ji Iraqê vedikişînin û dê wan bişînin Urdun û Kuwêtê.

Berdevkê wezaretê herwiha diyar kir ku vekişandin dê di demeke nêzîk de dest pê dike. Di nûçeyê de behsa bi temamî vekişîndina hêzên Almanî ji Iraqê û herêma Kurdistanê nehat kirin.

Doh jî îdiayên ku dê Amerîka hêzên xwe ji Iraqê vekişîne hatibûn belavkirin ku Pantagonê ew nûçe û îdia ji rastiyê dûr nirxandibû û gotibû, ti niyeteke wan nîne ji Iraqê derkevin.

Li ser biryara Parlamentoya Iraqê ya derxistina hêzên biyanî, Serokê Amerîka Donald Trump jî gefa cezayên giran li Iraqê xwaribû û gotibû, wê cezayên ser Iraqê ji yên Îranê jî girantir bin.