Amerîka hêzên xwe yên li Iraqê di nav çend hefteyan de vedikisîne
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump, wê ji sisiyan zêdetirê leşkerên Amerîkî yên li Iraqê di nav çend hefteyên bê de vekişin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Kenneth McKenzie, ji rojnamevanan re ragihand, hejmara leşkerên Amerîkî yên li Iraqê wê ji 5 hezar û 200î daxin 3 hezar leşkeran û dê ev jî di meha Îlonê de pêk were.
McKenzie, herwiha diyar kir ku hêzên mayî jî wê li Iraqê ji bo têkoşîna dijî bermayiyên DAIŞê wê xizmeta şêwirmendiyê bidin artêşa Iraqê û di erkê xwe de berdewam bin.
Hêjayî gotinê ye, Trump dixwaze beriya hilbijartinên seroktiyê yên Amerîkayê ku 3yê Mijdarê birêve diçe, di maweyeke herî kêm de hêzên Amerîkî ji Iraqê vekişîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin