Pileyên 15 hezar Pêsmergeyên Kurdistanê hatin bilindkirin
PeyamlaKurd – Hate ragihandin ku pileyên 14 hezar û 747 piledar û Pêşmergeyên girêdayî dîwan û lîwayên piyade yên girêdayî Wezareta Pêşmerge hatin bilindkirin.
Wezareta Pêşmerge îro 8ê Nîsanê ragihand, “Bi fermana Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoriş Ismaîl, biryar li ser bilindkirina pileyên 14 hezar û 747 piledar û Pêşmergeyên girêdayî dîwan û lîwayên peyade yên girêdayî Wezareta Pêşmerge hat dayîn”.
Biryara bilindkirina pileyên Pêşmergeyan, piştî madeya 14ê ji sîstema hejmar 6 a sala 2011ê ya peyrewa sîstema raje û xanenişîna Pêşmergeyan a girêdayî qanûna hejmar 38 a sala 2007ê, biryara wezarî ya Wezareta Pêşmerge hatiye dayîn ku Birêveberiya Îdareya Giştî ya hejmar 6033 li roja 04.12.2011ê taybet li ser bilindkirina pileyên karmendan hatiye derxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin