Wezareta Perwerdehiyê: Datayên 7 hezar dibistanên Kurdistanê hatin tomarkirin

25 February 2024 13:53 0 dîtin
Wezareta Perwerdehiyê: Datayên 7 hezar dibistanên Kurdistanê hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezîrê Perwerdehiyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd îro 25ê Sibatê di civîneke rojnamevanî de ragihand ku datayên heft hezar dibistanên hikûmî û nehikûmî hatine tomarkirin.

Alan Heme Seîd li ser Platforma Kitêbxane û Rahênanê eşkere kir, “Me kariye tevaya datayên zêdetirî heft hezar dibistanên hikûmî û nehikûmî tomar bikin” û got, “Em hewl didin vê sîstemê pêş bixin, berdewam bikin û xizmetkariyan bi rêya vê platformê berfireh bikin”.

Alan Heme Seîd bi bîr xist, “Hemû ew arîşeyên ku di rêya me de bûn, wekî nebûna dibistanên gundan, nebûna internetê û nebûna keresteyên pêdivî li navendên xwendinê ji arîşeyên serekî bûn, lê bi piştevaniya rasterast a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo proseya perwerdeyê û dîjîtalkirin û dabînkirina pêdiviyan, heta niha şeş hezar laptop li ser navendên xwendinê hatine parvekirin”.

Heme Seîd diyar kir, navendên nehikûmî jî têkelî vê sîstemê bûne, bikarînerên vê sîstemê roleke wan a girîng hebû, ku niha hejmara wan ji 11 hezar bikarînerên xwendinê derbas bûye, ev jî ji bilî birêvebiriyên dibistanan.