NY: Nêzîkî 74 hezar Filistînî, di dibistanên me de ne
PeyamaKurd- Ajansa Alîkariya Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ragihand ku ji 7ê Cotmehê û bi vir ve nêzîkî 74 hezar Filistînî ji bo xweparastinê, li dibistanên wan ên li Xezayê ne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku nêzî 74 hezar Filistîniyên ku ji 7ê Cotmehê ku bûyeran dest pê kir û bi vir ve cih û warên xwe terikandin li 64 dibistanên li herêmên curbecur ên Şerîda Xezayê bi cih bûn û hat destnîşankirin ku dibe ku ev hejmar hîn zêdetir bibe.
Li gorî daxuyaniyê, dibistanek malbatên koçber ên li Şerîda Xezayê tê de dijîn, ji aliyê Îsraîlê ve rasterast hat bombekirin.
Her wiha hat diyarkirin ku Filistîniyên ku li nêzî herêmên sînor ên Şerîda Xezayê yan jî li herêmên ku dibin armanca êrîşên tund ên Îsraîlê dijîn, malên xwe diterikînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin