Wezareta Dadê ya Kurdistanê: Pêwîstî bi dadgeheke bazirganî heye

13 September 2021 19:36 0 dîtin
Wezareta Dadê ya Kurdistanê: Pêwîstî bi dadgeheke bazirganî heye

PeyamaKurd - Wezîrê Dadê yê Herêma Kurdistanê ragihand ku ji bo çalakiyên bazirganî bilez pêş de biçin pêwîstî bi dadgeheke bazirganî heye.

Wezareta dadê ya Kurdistanê daye xuyakirin, doh 12ê Îlonê Wezîrê Dadê Firset Ehmed bi nûnerê serokê odeya bazirganiya navdewletî – Ukraynî li Iraq û Herêma Kurdistanê re civiyaye û behsa pêwîstiya dadgeheka bazirganî kir.

Wezîrê Dadê gotiye, hebûna dadgeheke taybet bi bazirganiyê girîng û pêwîst e ji ber ku dibe sebeb dosye û arîşeyên bazirgan û bazirganiyê zûtir bên yekalîkirin û çalakiyên bazirganî jî gîro nabin.

Wezareta dadê daye zanîn, beriya niha jî du caran ji bo damezirandina dadgeha bazirganiyê bi encûmena dadwerî ya Kurdistanê re civiyane lê wê çaxê ji ber kêmbûna dadweran derfeta wê yekê nebû lê niha rewş baştir e û mirov dikare vê yekê bike.