Serokwezîr Barzanî serdana Wezareta Dadê ya Kurdistanê kir

07 July 2022 16:34 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî serdana Wezareta Dadê ya Kurdistanê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdanên xwe yên şopandina karûbarên wezaretên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, îro 7ê Tîrmehê serdana Wezareta Dadê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di serdana xwe ya Wezareta Dadê de, bi Wezîrê Dadê Fesest Ehmed re civiya û piştre jî derbarê karûbarên wezaretê de, ligel berpirsên wezaretê û rêveberên giştî yên wezaretê, guftûgo hat kirin.

Serokwezîrê Mesrûr Barzanî, beriya niha jî serdana hejmarek wezaretên Kurdistanê kiribû û rewşa karûbarên wan wezaretan ji nêzîk ve şopandibû.