Serokwezîr Barzanî, serdana Wezareta Bajarvanî û Tûrîzmê ya Kurdistanê kir

29 May 2022 21:39 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, serdana Wezareta Bajarvanî û Tûrîzmê ya Kurdistanê kir

PeyamaKurd-Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serdana Wezareta Bajarvanî û Tûrîzmê ya Herêma Kurdistanê kir. Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di derbarê plansaziya wezaretê de agahî wergirtin û xwest ku rayedarên hikûmetê, wekî tîma xizmeta welatiyan bixebitin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro nava rojê serdana Wezareta Bajarvanî û Tûrîzmê ya Herêma Kurdistanê kir. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ji aliyê Wezîrê Bajarvanî û Tûrîzmê Sasan Ewnî ve hat pêşwazîkirin. Mesrûr Barzanî ragihand ku ew ê serdana wezaretên din ên Herêma Kurdistanê jî bike û di destpêkê de serdana Wezareta Bajarvanî û Tûrîzmê hilbijartiye da ku ji plan û xebatên wezaretê agahdar bibe.

Hat ragihandin ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de xwestiye ku berpirsên hikûmetê wekî tîmekê kar bikin da ku karnameya hikûmetê bi cîh bînin. Barzanî da zanîn ku ev yek jî di xizmetkirina welatiyan a bi rengekî hêja û baş re derbas dibe. Hat zanîn ku di civînê de ji bilî rayedarên wezaretê, hemû serokên şaredariyên Herêma Kurdistanê jî amade bûne.