Serokwezîr Barzanî serdana Wezareta Veguhestin û Gihandinê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdanên xwe yên şopandina xebat û projeyên wezaretên hikûmeta Kurdistanê de, îro Sêşemê serdana Wezareta Veguhestin û Gihandinê kir.
Serokwezîr Barzanî di serdana avahiya wezaretê de, bi Wezîrê Veguhestin û Gihandinê Ano Cewher û rêveberên wezaretê re civiya.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî berî niha jî serdana Wezareta Navxwe, Wezareta Avedankirin û Nişticihkirin û Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê kiribû.
Di wan serdanan de Mesrûr Barzanî ligel wezîr û encûmenên wezaretan civîn li dar xistibû û hejmare proje û xebatên wezaretan ên bo xizmeta gelê Kurdistanê hatibûn eşkere kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin