Desteya Navçeyên Kurdistanî: Madeya 140 bicih nebûye, Kerkûkê bi yekhelwestî û yekdengî biparêzin!

28 June 2023 17:51 0 dîtin
Desteya Navçeyên Kurdistanî: Madeya 140 bicih nebûye, Kerkûkê bi yekhelwestî û yekdengî biparêzin!

PeyamaKurd - Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdariya Herêma Kurdistanê mane Fehmî Burhan îro 28ê Hezîranê derbarê rewşa Kerkûkê û destdanîna ser zeviyên cotkaran de civîneke rojnamevanî li dar xist.

Fehmî Burhan da zanîn, pirsgirêkên navçeyên madeya 140 nehatine çareserkirin û daxwaz ji hemû serkirdeyên siyasî yên Kurd jî kir ku bi yekdengî û yekhelwestî Kerkûkê biparêzin.

Burhan ragihand ku ew ê piştî cejnê ligel hemû cotkarên navçeyên Kurdistanî bicivin û xebat û erkên xwe yên di pêşerojê de diyar bikin.

Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî got: “Peyama cotkarên Kurd û Tirkmen ên Kerkûkê gihîştiya desthilatdarên Iraqê. Me wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, hemû saziyên Iraqî ji pirsgirêkên cotkarên Kerkûkê agahdar kirine lê heta niha ti kesî gavên berçav ji bo çareseriyê jî neavêtiye.”

Fehmî Burhan bibîr xist, yek ji sedeman ew e ku derz li gotara aliyên siyasî yên Kurdistanî ketiye û got, pêwîste serkirdatiya siyasî ya Kurd yekdeng be, ji bo parastin û rizgarkirina cotkarên Kurd li Kerkûkê ji rewşa ku tê de ne.

Hêjayî gotinê ye, greva cotkarên Topzawa, Daqûq, Qerehancîr û hejmarek gundên din ên parêzgeha Kerkûkê li dijî astengkirina artêşa Iraqê û desteserkirina zeviyên wan ev mehek e dewam dike. Cotkarên Kurd dixwazin, biryarên Meclîsa Serkirdatiya Şoreşa Partiya Beisê ya berê bên hilweşandin, lê heta niha jî bi fermî bersiva wan nehatiye dayîn.