Di Desteya Gistî ya Navçeyên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêmê de serokê nû dest bi kar kir
PeyamaKurd-Serokê nû yê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêmê, îro dest bi karê xwe kir.
Di merasîma destbikarbûnê de Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran Qubad Talebanî, Serokê Berê yê Desteya Navçeyên Kurdistanî Ebdulhekîm Xesro, Serokê Dîwana Serokatiya Encûmena Wezîran Omêd Sebah û hejmarek ji berpirsiyarên îdarî amade bûn.
Desteya Giştî ya Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, desteyeke fermî ye û ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ye û erka vê desteyê, şopandina pirs û kêşeyên navçeyên sînorê madeya 140 a destûra Iraqê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin