Parlaman nexseya navçeyên Kurdistanî yên derveyî birêveberiyê herêmê diyar dike
PeyamaKurd - Lijneya navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê û pisporê warê erdnîgariyê bi amadekariya nexşeya navçeyên Kurdistanî û dîroka wan navçeyan mijûl in û biryar e di 2 pirtûkan de bê çap kirin û belavkirin.
Ew nexşe û dîroka navçeyên Kurdistanî ji aliyê Prof. Dr. Xelîl Îsmaîl ve bê amade kirin. Ew nexşe dê hûrgiliyên navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê, ji aliyê erdnîgarî, nexşe û dîrokê de nav pirtûkê de li xwe bigre.
Pirtûk bi alîkariya lijneya navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê û navenda lêkolînên parlamentoyê ve dê bê amade kirin.
Karên pirtûkê û nexşe û aliyên erdnîgariyê dest pê kiriye û wê di demeke nêz de bê belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin