Dadgeha Kerkûkê bêyî ti agahdariyekê 6 sal ceza da Rêbwar Talebanî
PeyamaKurd - Dadgeha Kerkûkê bêyî ti agahdariyekê 6 şaş cezayê girtîgehê li ser Serokê berê yê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî sepand û derketina derve jî li wî qedexe kir.
Li gorî nivîsa biryara Dadgeha Kerkûkê, bi maddeya 340, Rêbwar Talebanî hatiye sizadan, lê belê naveroka maddeyê û cûreya tawana wî nehatiye diyarkirin.
Serokê berê yê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û Şêwirmendê niha yê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Rêbwar Talebanî li ser biryara dadgehê daye xuyakirin ku biryar siyasî ye û ne ew ne jî parêzerên wî ji biryarê nehatine agahdarkirin.
Rêbwar Talebanî daye zanîn ku sedam biryara cezakirinê ya dadgehê, beşdarbûna wî ya di pêvajoya referandûmê, biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê, helwestên wî yên li hember dagirkerên piştî 16ê Cotmehê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin