Dadgeha Kerkûkê cezayê girtîgehê da birayê Rakan Cibûrî

22 November 2021 18:23 0 dîtin
Dadgeha Kerkûkê cezayê girtîgehê da birayê Rakan Cibûrî

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Duşemê dadgeha lêkolînê ya Kerkûkê li ser gendeliyê fermana girtinê ji bo birayekî parêzgerê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî û 3 berpirsên din ên parêzgehê derxist.

Dadwerê dadgeha lêkolîna Kerkûkê Aso Heyder, li gor madeya 331 a yasaya cezayê Iraqê biryara girtina 9 mehan ji bo Elî Seîd (birayê Rakan Seîd Cibûrî), berpirsê beşa plandanînê li avahiya parêzgeha Kerkûkê Qasim Îbrahîm, Xalid Nayif û Ehmed Tahîr derxist.

Li gorî zanyariyan li parêzgeha Kerkûkê gendeliyeke zêde tê kirin û piştî bûyerên 16ê Cotmehê eşkere bûye ku Rakan Cibûrî li ser hesabê hikûmetê di demeke diyar de 100 milyon dînar tenê ji bo kebab kirinê xerc kiriye.

Herwiha di beşa plandanînê ya Kerkûkê de jî gendeliyeke zêde çêbûye û bi taybet di mijara ava kirina 54 dibistanên li sînorê parêzgeha Kerkûkê de gendelî hatiye kirin.

Çalakvanê civaka sivîl li Kerkûkê Edhem Cuma ji BasNewsê re daye xuyakirin, “Ji ber wê jî îro dadgeha lêkolîna Kerkûkê biryara 9 meh cezayê girtîgehê ji bo birayekî Rakan Cibûrî û berpirsê beşa plandanînê ya parêzgehê û çend kesekî din derxist. Dadgehê ji bo bicihanîna biryarê jî fişarekî zêde kir, lê dibe bi bahaneyeke din bi navê nexweşiyê yan rêyeke din xwe ji girtîgehê rizgar bikin. Ji bo nimûne serokê zankoya Kerkûkê ku berê li ser gendeliyê fermana girtinê ji bo wî derket, niha xwedê giravî nexwaş e û xwe jê rizgar kir û nehate girtin.”