Dadgeha Diyarbekirê 30 sal cezayê girtîgehê da berdevka TJAyê

20 October 2021 17:05 0 dîtin
Dadgeha Diyarbekirê 30 sal cezayê girtîgehê da berdevka TJAyê

PeyamaKurd - Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan îro 20ê Cotmehê derket pêşberî 9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Diyarbekirê û dadgehê 30 sal ceza lê birî.

Berdevka TJA Ayşe Gokkan ku hatibû girtin, bi hinceta rêveber û endamtiya rêxistinê li 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê dihat dadgehkirin.

Dadgehê di danişîna îro Çarşemê de bi îdîaya "du car endamtî, propaganda û ligel ne endama rêxistinê ye li ser navê rêxistinê tawan kirine" 30 sal cezayê girtîgehê lê birî.

Ayşe Gokkan Ayşe Gokkan li dadgehê got ku ew ji ber helwesta dadgehê parastina xwe nake û ji ber bi Kurdî axivî gotinên wê hatin wergerandin.

Gokkan got: “Mafên  parêzerên jin, serokê me yê baroyê û hemû parêzeran hatiye binpêkirin. Heyet û Serokê 9emîn Dadgeha Cezayên Giran ev êrîş li dijî hemû cîhanê kirin e. Ji ber vê yekê jî parastineke ez bikim nîne.”