Rêbwar Talebanî: Iraq û DAISê ji bo Kerkûkê li hev kirine

18 May 2020 20:04 0 dîtin
Rêbwar Talebanî: Iraq û DAISê ji bo Kerkûkê li hev kirine

PeyamaKurd - Serokê hilbijartî yê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî ku piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2018an ji erka xwe hatiye kişandin ragihand ku li Kerkûkê destek heye alîkariya terorîstên DAIŞê dike.

Rêbwar Talebanî li ser êrîşên DAIŞê û nehiştina rêveberiya Iraqê ya vegera hêzên Pêşmerge got: “Bi baweriya min li Kerkûkê destek heye alîkariya terorîstên DAIŞê dike. Ne dihêlin em deverên Kurdistanî kontrol bikin da ku welatî asûde bibin ne jî bi xwe tiştekî dikin. Ev jî nîşan dide ku di navbera DAIŞê û yên ku Iraqê birêve dibin de, rêkeftinek heye. Divê ew dever yan teslîmî hêzên Pêşmerge bên kirin yan jî Iraq xwe bide ber barê berpirsiyartiya wan.”

Serokê Encûmena parêzgeha Kerkûkê, Rêbwar Talebanî ji BasNewsê re daye xuyakirin, “Piştî rûdanên 16 Cotmeha 2017 êdî roj bi roj rewşa Kerkûkê xirabtir bûye û heta niha jî didome. Divê parlementerên kurd li Bexdayê vê pirsgirêkê çareser bikin û nehêlin rewşa Kerkûkê ji vê xirabtir bibe.”

Rêbwar Talebanî dibêje, wan heta niha gelek caran ji serokê hikûmeta Iraqê, serkomarê Iraqê, serokê parlementoya Iraqê û fraksyonên Kurdistanî daxwaz kiriye pirsgirêka Kerkûkê çareser bikin lê heta niha daxwaza wan bê bersiv maye.

Talebanî bibîr xist ku zihniyeta hikûmeta Iraqê mîna berê ye û got, ew tiştên ku niha li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê diqewimin, berevajî qanûn û Destûrê ne û divê serkirdetiya siyasî ya kurd helwestek nû nîşan bide û di xema vê yekê de be.